‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’ 2021-06-18 11:24:24 STENBOL - Piştevaniya Taksîmê û malbata Elvan, berî danişîna doza kuştina Berkîn Elvan li ber edliyê daxuyanî dan û gotin: “Li vî welatî, kujer û bersûc ji aliyê darazê ve tên parastin. Tarîtiya me dorpêç kiriye, hîn duh pêşeroja Denîz Poyraz dizî. Em dixwazin kujer û teşwîqkar bên cezakirin.”   Danişîna doza Berkîn Elvan ê di dema Berxwedana Geziyê de, bi bombeya gazê ya polîsan hatibû kuştin li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Parêzer û malbata Elvan berî danişînê li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de, dirûşmeyên “Ji Berkîn re edalet, ji her kesî re edalet”, “Berkîn li vê derêye, em li vê derê ne” û “Berkîn Elvan bêmirine” hatin berzkirin.   Ji Piştevaniya Taksîmê Akîf  Bûrak Atlar, daxuyanî da û bal kişand ser roja qetilkirina Berkîn Elvan. Atlar, diyar kir ku daxwaza xwe ya edaletê ku 8 salin qîr dikin, îro cardin qîr dikin û wiha got: “Em ji bo Berkîn edaletê dixwazin. Em parastina kujeran, cezayên wekî xelatan û tarîkirina rastiyan qebûl nakin. Em ê tu carî qebûl nekin. Ji ber ku em dizanînin, kujer û bersûc ji aliyê darazê ve tên parastin. Tarîtiya me dorpêç kiriye, hîn duh pêşeroja Denîz Poyraz dizî. Em dixwazin kujer û teşwîqkar bên cezakirin. Ji bo ku kujer û teşwîqkar bên darizandin û cezakirin, em ê di daxwazên xwe de israr bikin.    Piştî daxuyaniyê, malbat û parêzer ji bo ku dozê bişopînin, derbasî salona dadgehê bûn.