Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin 2021-06-18 11:45:17 ENQERE - Raportorê AYM’ê xwest ku îdianameya doza girtina HDP’ê were qebûlkirin.    Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) rapora xwe ya têkildarî îdianameya ji bo girtina HDP’ê hatiye amadekirin lêkolîna pêşî temam kir. Rapora hat amadekirin li endamên Dadgehê hat belavkirin.    Raportorê AYM’ê di rapora xwe de xwest ku îdanameya têkildarî girtina mayînde ya HDP’ê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ve hat amadekirin were qebûlkirin. Raportor xwest daxwaza ku tedbîrê deynin ser mal û milkê HDP’ê di vê qonaxê de were redkirin.