Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê 2021-06-18 11:58:49   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 102’yemîn de nobeta xwe ya “edaletê” veguhest Dîlokê. Malbat wê serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bike û daxwaza piştevaniyê bike.    Malbata Şenyaşar a ku 102 roj in li edaletê digere, çalakiya nobeta xwe ya “edaletê” veguhest Dîlokê. Malbata Şenyaşar ku di hefteyê de 5 rojan li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletêdigire, wê di hefteyê de rojek nobeta xwe veguhezîne bajarên cuda û serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bike û daxwaza piştevaniya hiqûqî bike.    Malbatê serdana ewil li Dîlokê pêk anî. Malbat wê serdana Baroya Dîlokê, Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dîlokê, Partiya Pêşerojê, Partiya DEVA’yê, Partiya Saadetê û HDP’ê bike û ji wan piştevaniya hiqûqî bixwaze.    'TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE’   Ferît Şenyaşar beriya biçin Dîlokê ji ajansa me re axivî û got: “Ev 102 roj in em li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin. Em ê cucahiyê bixin vê têkoşîna xwe û di hefteyê de rojek biçin bajarên derdorê û serdana saziyan bikin. Di serî de em ê serdana baroyan û partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bikin. Em ê ji her kesî re qal bikin ku hiqûq û edalet çawa hatiye binpêkirin. Wê têkoşîna me bidome. Em ê dest ji têkoşîna xwe mafdar bernedin. Heta qatil bikevin girtîgehê wê têkoşîna bidome.”    ‘EM Ê LI TEVAHIYA TIRKIYÊ RAGIHÎNIN’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal bi hashtagiya #ŞenyaşarAilesiAdaletİstiyor (#MalbataŞenyaşarEdaletêDixwaze) twît belav kir û got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 102’yemîn de ye. Têkoşîna me tenê ne li Rihayê, em dixwazin li tevahiya Tirkiyê ragihînin. Em ê îro serdana Baroya Dîlokê û saziyên din bikin. Em ê li her cihî behsa lêgerîna xwe edaletê bikin. Çimkî dema edalet pêk were encax ev zilma li me tê kirin bi dawî bibe.”