Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin 2021-06-18 12:12:48   ENQERE - Siyasetmedarên jin ên ji Doza Kobanê girtîne, qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin nalet kirin.   Siyasetmedarên jin ê ji Doza Kobanê girtîne, êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz nalet kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel li ser navê siyasetmedarên jin ên girtî bi rêya parêzerên dozê daxuyanî da.    ‘LI DIJÎ HIŞMENDIYA FAŞÎST HELWEST BIGIRIN’   Tûncel, êriş nalet kir û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostên wê re dixwazin. Em dizanin ku ev êrişên li dijî partiya me, gelê kurd û jinên kurd ku tên kirin. Gotinên nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendîperest, neteweperest û tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û welêt bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrişê re amade kirine. Li dijî vê hişmendiya faşîst ku dixwaze Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf bide, di serî de em bang li jinan, li hêzên demokratik û azadîxwaz dikin ku helwestê nîşan bidin. Jin, jiyan, azadî.”