Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin 2021-06-18 12:36:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş, derbarê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî HDP’ê hat qetilkirin de, daxuyanî da û got: “Em kiryaran nas dikin, armanca wan dizanin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, derbarê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî partiya xwe hat qetilkirin de, daxuyanî da. Demîrtaş ê wêneyê profîla hesabê xwe yê medya dijîtal reş, sersaxî ji malbata Denîz Poyraz û gelê Kurd re xwest.    EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN    Demîrtaş di daxuyaniya da de wiha got: “Rehma Xwedê li hevala me Denîz ku bi awayekê nemerdane hat qetilkirin be. Ez ji malbata me û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Êşa me pir mezine, lê berxwedan û hêviya me jî pir mezine. Em kiryaran nas dikin, armanca wan dizanin. Wê demê emê nekevin ber hêrsê û em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna xwe ya aştiyê bernedin. Rêya pêşîlêgirtina li provakasyonan zêdekirina têkoşîna demokrasî û piştevaniyê ye. Em ê bi hev re, civakeke aştiyane û pêşerojek azad misoger bikin ku ev hemû nemerdane li ber qanûnan hesab bidin. Serê me hemûyan sax be.”