Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê 2021-06-18 12:39:38 ÎZMÎR - Hevserokên Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û şandeya li gel wan hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê ku duh endama partiyê Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin. Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, endamên MYK’a HDP’ê û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik jî li gel hevserokan in.    Sancar û Bûldan wêneyê Denîz Poyraz bi ber dilê xwe ve danîn. Hevserok li odeyên partiyê yek bi yek geriyan û derbarê êrişê de agahî ji rêveberan wergirtin.    Tê payîn ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û parlamenterên CHP’ê jî wê îro serdana avahiya HDP’ê bikin.