Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in 2021-06-18 13:00:51   ENQERE – Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de girtî tê darizandin, bertek nîşanî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê da û ev tişt got: “Berpirsyarên vê qetilkirinê kesên ku çareseriya aştiyane û demokratîk asteng dikinin. Kesên banga giritna partiyê dikirin berpirsyar in.”   Sêyemîn danişîna Doza Kobanê ku 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 5’an  de li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê berdewam dike. Parlamenterên HDP’êû gelek danişîna ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin dişopînin. Danişînê bi xwendina ewraqên ku ji bo dosyayê hatibûn dest pê kir. Serokê Dadgehê, diyar kir ku Miduriyeta Giştî ya Polisan îttîrazî berdana siyasetmedarên hatine berdan kiriye.    NEYARTIYA KURDAN    Piştre Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel, mafê axaftinê girt. Tûncel, êrişa ku duh li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk hat bi bîr xist û wiha axivî:   “Me şahidiya cinayeteke polîtîk a siyasî kir. Em dizanin ku ev cînayeta destpêkê ye. Em kesên ku li vir tên darizandin dixwazin ku ev cinayet bên bidawîkirin. Ji malbat Denîz, partiya me û ji gelên Tirkiyeyê û kurd re sersaxî dixwazin. Heke civîn nehatine betalkirin wê kujer komkujiyek pêk banîna. Ev hemû encama neyartiya kurdan e. Kesên ku welat bi rê ve dibin dema ku devê xwe vedikin dibêjin, ‘terorîst’. Her roj parlamenteran sûcdar dikin. Kesên ku banga girtinê û lidarxistina çalakiya rûniştinê ya li pêşiya partiya me dikin, berpirsyarên vê ne.   BANGA LI MUXALEFETÊ   Heke partiyên siyasî ji ber vê êrişê xemgîn dibin divê terka daxuyaniyên nîjadperest, olperest û netewperest bikin û dev ji polîtîkayên xwe yên neyartiya kurdan berdin. Divê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin. Zilam bi çekan re ji SADAT’ê re hatiye şandin û hatiye perwerdekirin û dibêje di ‘emrê we de me’. Bi çekan wêneyên xwe dikişîne. Dozger li dijî vê doz venakin lê dema ku kurd hestên xwe parve dikin li wan doz vedikin. Polîtîkaya ku gelan ji hev parçe dike ev polîtîka ye. Ji bo ku em li vî welatî bijîn AKP’ê ji me bedel dixwaze. Em ê li vir edaletê bigerin. Piştî ku jiyana mirov çû êdî venagere. Em ê vê komkujiyê ji bîr nakin û dê nekin.”   Tûncel, axaftina xwe bi dûrişmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kir. Jinên li eywana danişînê jî piştgirî dan dûrişmeya Tûncel û heman dûrişmeyê berz kirin.   Danişîn bi parastinan didome.