Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe 2021-06-18 13:44:50 MÊRDÎN - Ahmet Turk diyar kir ku ew faîlên êrişa li Îzmîrê ji dema berê ve nas dikin û got: “Wê ev îqtidar vê hêzê di destê xwe de bigire. Bi projeyên ku Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibin û darbeyek mezin li darbeyê bidin.”    Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar bike daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm danîn şûna wî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û “Destên xwe yên qirêj ji ser HDP’ê bikişînin” hildan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.    ‘HEWLA KOMKUJIYEK MEZIN BÛYE’    Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglû destnîşan kir ku ev êriş hewldana komujiyek pilankirî û sîstematîk bûye û encama dijminatiya li hember gelê kurd e. Agaoglû anî ziman ku konê li ber avahiya partiya wan hatiye vekirin bi armanca provokasyonê ye û divê ev kon were rakirin.    ‘EM VÊ ÎQTIDARÊ BAŞ NAS DIKIN’    Siyasetmedar Ahmet Turk jî axivî û destnîşan kir ku ew wek HDP’ê têkoşîna demokrasiyê, maf û azadiyê didin û got: “HDP’ê terorîze dikin û didin nîşandan. Bepirsiyarê bûyerê ew kes in ku partiya me hedef nîşan didin. Em wê hêz û îqtidarê nas dikin ku êriş dibin ser HDP’ê. Ev îqtidar jî wek îqtidarên berê nijadperest û faşîst e. Me serdenên salên 1993 û 1994’an ji bîr nekiriye.”    DIWAZIN KURDAN BÊDENG BIKIN    Turk da zanîn ku gelê kurd her ku destkeftiyan bi dest dixe bi êrişan re rûbirû dimîne û got: “Ev feraset dixwaze kurdan bitepisîne û bêdeng bike. Ev kesên ku bi komkujiyan, gefan û gefên girtina partiyê dixwazin têkoşîna gelê kurd asteng bikin, xwe dixapînin. Her ku ew bi ser me ve tên, em xurttir dibin. Divê partiya sereke ya muxalefetê bi gotinên mîna ‘lê û lê belê’ nêzî meseleyê nebin. Divê ji bo Tirkiyeyek demokratîk bikevin nav hewldanek tevgeriya bi hev re û têkoşînek hevpar.”    HIŞYARIYA ŞERÊ NAVXWEYΠ   Turk destnîşan kir ku divê gelên Tirkiyê li ser nirxên demokratîk ên hevpar werin ba hev û wiha got: “Heke em li ser nirxên hevpar neyên cem hev, bawer bikin sibê ku ev îqtidar hilbijartinê winda bike jî wê vê hêzê di destê xwe de bigire. Bi projeyên ku Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibin û darbeyek mezin li darbeyê bidin.”    WÊ BERPIRSIYAR HESAB BIDIN    Turk diyar kir ku ew ji ber qetilkirna Denîz Poyraz gelek xemgîn in û divê ji bepirsiyar û kujeran hesab were pirsîn û wê berpirsiyar hesabê vê yekê bidin. Turk got ew ê hesabê vê komkujiyê bipirsin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştiNê bi dawî bû.