HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî 2021-06-18 13:45:18   AMED – Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, derbarê endama partiya wan Denîz Poyraz ku li Îzmîrê hat qetilkirin de pêşnûmepirs da meclisê û ev pirs kir: “Heke kujer karmendê tenduristiyê be, derbarê wêneyên wî yên biçek, kamuflajî, plaqeya fermî de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Girêdana kujer a bi SADAT’ê re çî ye?”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, derbarê êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya wan a Îzmîrê pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê û daxwaz kir ku pirsên wê hem Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû hem jî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne. Tosûn, di pêşnumepirsa xwe de agahiyên derbarê kujer Onûr Gencer bi cih kir û têkildarî mijarê gelek pirsan ji Wezîr Suleyman Soylû kirin.   SULEYMAN SOYLÛ   Ji çend pirsin Tosûn ên ji Soylû wiha ne:    “* Raste ku ji bilî kujer Onûr Gencer 2 êrişkarin din jî hene?   * Kujer, karmendê tenduristiyê bû? Peywira wî ya li Sûriyeyê çi bû? Heke kujer karmendê tenduristiyê be, derbarê wêneyên wî yên biçek, kamuflajî, plaqeya fermî de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Sedema ku Miduriyeta Polisan a Îzmîrê rexseta çekê daye kujer Onûr Gencer çî ye?    * Girêdana kujer a bi SADAT’ê re çî ye?    * Derbarê êrişê de wezareta we îstixbarat girtibû? Rexmî hişiyariyên Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz çima yekîneyên wezareta we Emniyet û Waşîtî hişyariya paşguh kirine? Wezareta we çima bergirî negirt?   * Wezareta we derbarê îhmala yekine û peywirdarên ewlehiyê de lêpirsîn daye detpêkirin?   FAHRETTÎN KOCA   Di pêşnûmepirsa xwe de Tosûn ev pirs jî ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca kirin:   “* Kujer, Onûr Gencer karmanedê tenduristiyê bû? Peywira wî ya li Wezaretê çi bû?   * Çima kujer Onûr Gencer çûye Sûriyeyê? Peywira wî ya fermî ya li Sûriyeyê çî ye?    Heke kujer karmendê tenduristiyê be, derbarê wêneyên wî yên biçek, kamuflajî, plaqeya fermî de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Girêdana kujer a bi SADAT’ê re çî ye?