Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin 2021-06-18 13:52:58 ÎZMÎR – Wêne û gul danîn cihê ku Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê lê hat qetilkirin.    Di êrişa ku duh Onûr Gencer ê li Sûriyeyê hatibû perwerdekirin li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk anî de endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku hatin avahiya partiya xwe bi endam û rêveberên partiya xwe wêneyê Poyraz û gul danîn cihê Poyraz lê hat qetilkirin.