Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin 2021-06-18 13:53:34 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê leşker û cerdevanan bi ser konên koçeran de girtin û gef li wan xwarin.    Li gundê Berê Derya yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve leşker û cerdevanan duh bi ser konên koçerên li zozanan ev 20 roj in konên xwe vedane de girt. Leşker û cerdevanan koçeran li cihekî kom kirin û gef li wan xwarin.    'EM HER SAL TÊN LI VIR ÇIMA ÎSAL WIHA DIKIN?'    Keseke ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku leşkeran li gefa kuştinê li wan xwariye û wiha got: "Duh cenderme û cerdevan hatin li qadê me kom kirin. Ji me re gotin 'heger di 10 rojan de hûn ji vir neçin em ê konên wê bişewitînin'. Li dijî vê yekê me got destûra me heye ku em li vir bimînin, lê li dijî vê derketin û gotin 'hûn bi gotina me nekin, wê nebaş bibe'. Her wiha ji me re gotin em ê cezayê pereyan li we bibirin. Em her sal tên li vir dimînin. Çima îsal wiha li me dikin?"   Hat zanîn ku ji bo koçerên wext hatiye dayîn. Lê tevî vê yekê jî koçeer hêj li cihê xwe ne û ew bi israr in li wir bimînin.