Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin 2021-06-18 14:24:14   DERSIM - Şandeya KCD û DBP’ê ji bo hefteyek bernameya xwe hat Dersimê. KCD û DBP’ê bi xelkê re civiya û bang li gelan kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan û civakê bi hev re rabin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ji bo bernameya hefteyek hatin Dersimê. Serdanên şandeyê yên li Dersimê wê îro dest pê bikin û heta 24’ê hezîranê berdewam bikin. Şandeyê têkildarî bernameya xwe li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê daxuyanî da. Berdan Ozturk û Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivîn.    ‘DOZA ME MAFDAR E’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi bîranîna Denîz Poyraz a duh li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku bi salan e ew ji bo azadiyê têdikoşin. Ozturk anî ziman ku heta îro tu encamek ji van êrişên faşîst nehatiye bidestxistin û ew dozek mafdar bi rê ve dibin û tenê ne ji bo gelê kurd ji bo tevahiya xelkê ku li Tirkiyê dijî têdikoşin.    ‘DERSIMÊ TU CARÎ SERÎ NETEWAND’    Ozturk da zanîn ku Dersimê cihek ku her tim di nava berxwedanê de ye û got: “Dersimê tu carî serî netewandiye. Her çiqas pergalê xwestibe Dersimê tune bike jî lê dîsa serî netewandiye. Ev der warê berxwedan û mîrateya Seyîd Riza û hevrêyên wî ye. Em ê 6 rojan li Dersimê bin. Em ê bi malbat û gelê xwe re werin ba hev. Em ê li nêrîn û pêşniyazên wan guhdar bikin û di çarçoveya van nêrîn û pêşniyazan de gavan biavêjin.”    TECRÎD BELAVTIR DIBE    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û Sakîne Cansiz bi bîranî û dest bi axaftina xwe kir. Aydenîz destnîşan kir ku ev demek e ew wek KCD, DBP, TJA û HDP’ê serdana gelek devaran dikin û behsa pêvajoyê, tecrîd û zextên li ser kurdan dikin. Aydenîz destnîşan kir k udi 6 salan de tiştên li Tirkiyê diqewimin encama tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û ev tecrîd ji Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya girtîgehan û li ser civakê belav bûye.    ‘EM BI HEV RE LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBKOŞIN’    Aydenîz anî ziman ku yên di neçareseriyê de israr dikin tecrîdê kûrtir û girantir dikin û got: “Bi tecrîdê re polîtîkaya şer bi rê ve dibin. Îqtidarê faşîzm ji xwe re kiriye sazî. Birêz Abdullah Ocalan 22 sal e di bin tecrîdek giran de tê ragirtin û tecrîdek wiha li tu devara cîhanê nîne. Birêz Ocalan aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurd e. Divê gelê kurd û gelên Tirkiyê bi hev re li dijî tecrîdê rabin û têbikoşin.”   ‘DAXWAZ AZADIYA OCALAN E’    Aydenîz bi bîr xist ku 204 roj in girtî li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û got: “Armanca greva birçîbûnê ya yekemîn rakirina tecrîdê û azadiya birêz Abdullah Ocalan e.” Aydenîz got ew ê 6 rojan li Dersimê lig undan, taxan serdanan bikin û bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî bicivin û pêvajoya heyî nîqaş bikin.