Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be 2021-06-18 14:24:51 AMED – Rêxistinên sivîl ên li Amedê, derbarê êrişa ku li Îzmîrê li dijî avahiya HDP’ê pêk hat û Denîz Poyraz a HDP’î hat qetilkirin de daxuyaniyeke hevpar dan û bang li herkesî kirin ku li dijî cînayetê bibin xwedî helwest.   Bertekên derbarê êrişa ku kujer Onûr Gencer li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê pêk anî û Denîz Poyraz a HDP’î qetil kir, didomin. Li Amedê, Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê jî di nav de 24 rêxistinên sivîl derbarê êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de daxuyaniyeke hevpar dan û êrişê şermezar kirin.    BINGEHA ÊRIŞÊ HAT AVAKIRIN   Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin Serokê Baroya Amedê Nahît Eren xwend. Eren, diyar kir ku di salên dawîn de li dijî lîder, rêveber, endamên partiyên muxalefet û aktorên rexnegir êriş pêk tên û ev tişt got: “Heta îro em bûn şahid ku li dijî van êrişan helwesteke hevpar nehate nişandan û pêvajoyeke hiqûqî ya bandor nehat meşandin. Pêvajoya bêcezahiştinê ya ku em tev bi hev re şahidiya wê dikin bingeh ji êrişa nefretê ya îro re ava kiriye.”   BANGA LI HIKÛMET Û PARTIYÊN SIYASÎ   Eren, di berdewamê de destnîşan kir ku feraseta siyasî û rewşa heyî gef û êrişên fizîkî asayî dike û ev bang kir: “Em rêxistinên sivîl ku li jêr îmzeya me heye; berî her tiştî rehmetê ji Denîz Poyraz a di vê êrişê de jiyana xwe ji dest daye re dixwazin û ji malbata wê û HDP’ê re jî sersaxiyê dixwazin. Em vê êrişa ku li dijî partiyeke siyasî pêk hatiye weke êrişeke provakatîf a li dijî aştiya civakî û demokrasiye qebûl dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku ji bo ronîkirina êrişê lêpirsîneke bibandor bê kirin. Her wiha di serî de hikûmet em bang li partiyên siyasî dikin ku bi awayekî vekirî li dijî êrişên wiha derkevin, gotinên xwe yên krîmînalîze kirî terk bikin û pirsgirêk rasteqîn ên welat bi axaftinê çareser bikin.”