CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin 2021-06-18 14:50:11 ÎZMÎR - Şandeyên ji partiyên CHP û Partiya Gelecekê pêk tên, serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê kirin. Şandeyan, di serdanê de, diyar kirin ku ev êriş tenê  li dijî HDP'ê ye.    Serdanên piştevaniyê yên ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Piştî serdana Serokatiya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Bajêr û parlamenterên partiyê, rêveberiyên Partiya Gelecekê jî HDP ziyaret kirin.  Parlamenterên CHP'ê yên Îzmîrê Tûncay Ozkan, Kamîl Okyay Sindir, parlamentera berê ya CHP'ê Zeynep Altinok û Serokê CHP'ê yê Îzmîrê Denîz Yucel, serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajêr kir.   Şandeya CHP'ê li cihê ku Poyraz lê hate qetilkirin lêkolîn kir û piştre bi Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re rûnişt. Heyetê piştre daxuyaniyeke kurt da û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.   Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû jî ji ber êrişa li dijî HDP'ê bi telefonê li Mîthat Sancar, hevjîna wî Sare Davûtoglû jî li Pervîn Bûldan geriyan û sersaxî xwestin. Rêveberên Partiya Gelecek jî serdana HDP'ê kirin peyama piştevaniyê dan.