Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin 2021-06-18 15:05:30   WAN – Li navçeya Erdîşê, ji 31 kesên ji ber nelirêtiya ku di “Alîkariya perê pêşîn” de kiribûn hatibûn binçavkirin, namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê, di pêvajoya pandemiyê de di “Alîkariya perê pêşîn” ku ji bo xebatkarên dahata wan diket dihat dayîn de nelirêtî hat kirin. Şebekeyekê kesan bi ser şîrketên pêş sîxortayî dabûn nîşandan û bi vê rêbazê “Alîkariya perê pêşîn” girtibûn. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ve li dijî vê şebekeyê li 4 bajaran operasyon pêk hatibû û 31 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 14 jê bi sûcdariya “xapandina biwesf” hat girtin û şandin girtîgehê.    Di nav kesên ku hatine nazmetê parlamenteriyê yê MHP’ê Şahîn Yağar ku dewletê xapandiye jî heye. Navê kesên ku hatine girtin wiha ne: Şahîn Yagar, Çîgdem Yagar, Abdûlsemed Çîftçî, Bahar Akca, Îsmaîl Yagar, Metîn Tûran, Atîlla Koken, Mûrat Demîrcî, Dûrsûn Keleş, Fatîh Devecî, Yakûp Yagar, Emîrhan Yagar, Necdet Koken û Mehmet Yagar.