Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê 2021-06-18 15:27:57   ÎZMÎR - Ajokarê teqsiyê ku kujer Onûr Gencer ê êrişî HDP’ê kir û Denîz Poyraz qetil kir, bir pêş avahiya partiyê di îfadeya xwe ya li miduriyeta polîsan de wiha got: “Me ew her tim di dîrokên cuda de ji rawestgeha teqsiyê ya Gazîemîrê digirt û dibir Manîsa, Otela Termal a Balçova û ber Rêxistina HDP’ê ya Bajêr.”    Em gehiştin agahiyên nû yên derbarê kujer Onûr Gencer ê bi çekê êrişî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir de. Me îfadeyên ajokarê teqsiyê ku kujer bir pêş avahiya HDP’ê bi dest xistin.   Ajokarê teqsiyê di îfadeya xwe de got ku êrîşkar her tim dihat rawestgehên teqsiyê yên Gazîemîrê û da zanîn ku kujer Gencer her tim di dîrokên cuda de ji rawestgehê digirt û dibir Manîsa, Otela Termal a Balçova û ber Rêxistina HDP’ê ya Bajêr.