GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e 2021-06-18 15:36:19   MÊRSÎN - Serokê GOÇ-DER’ê Selahattîn Guvenç bal kişand ser kurdên ku bi darê zorê tên koçkirin û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê û Iraqê yên ser Mexmûrê li dijî hiqûqa penaberan a navnetewî û mafên mirovan ên gerdûnî ye.”   Şaxa Komeleya Çand û Alîkariyê ya Civakî ya Kesên Koç Kirin a Çûkûrovayê (GOÇ-DER) ya Mêrsînê, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Koçberiyê de li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê.    Serokê GOÇ-DER’ê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku bingeha xizaniya li bajaran koçkirina bi darê zorê ye û wiha got: “Bi deh hezaran hemwelatiyên Tirkiyeyê ku di encama şewitandina gundên wan yên ser sînorên Şirnex û Colemêrgê de di salên 90’î de mecbûr man ku koçî Mexmûr û Herema Kurdistana Federe bikin. Êrişên Tirkiyeyê û Iraqê yên ser Wargeha Pênaberan a Mexmûrê li dijî hiqûqa penaberan a navnetewî û mafên mirovan ên gerdûnî ye.”   80 MILYON PENABER   Guvenç, da zanîn ku li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) li tevahiya cîhanê nêzî 80 milyon penaber hene.