Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin 2021-06-18 15:39:22   WAN - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, wêneyê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de, hat qetilkirin, bi Keleha Wanê ve kirin.     Bertek û hirsa li dijî êrişa li ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dikin. Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, wêneyê Poyraz bi Keleha Wanê vekirin û bi gotina “Denîz  Poyraz bêmirine” berteka xwe nîşan dan.