Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê 2021-06-18 15:40:53   ŞIRNEX – Binê pira ku qeyûmê Cizîrê bi sererastkirinê re vala hişt, bû navenda kesên ku hişbirê dikişînin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, qeyûmê ku tayînî şûna hevşaredarên HDP’ê hat kirin, Pira Kevn ku Parqa Birca Belek û Parqa Mem û Zînê digihîne hev sererast kir û binê wê vala hişt. Pira ku binê wê vala hat hiştin, di nav demeke kurt de bû navenda kesên ku hişbirê dikişînin. Bi taybetî ev kes di saetên êvarê de li hev kom dibin û bi saetan bi hev re dem derbas dikin. Welatiyên ku malên wan nêzî pirê ne ji vê rewşê nerazî ne.