Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin 2021-06-18 15:54:16   NAVENDA NÛÇEYAN - 180 pêşmergeyên ku bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyona Tirkiyê dan û çekên xwe danîn, bi "birîna mûçeyan" hatin tehdîtkirin.   Pêşmergeyên ku bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyona der sînor a Tirkiyeyê dan û çekên xwe danîn, bi birîna mûçeyan hatin tehdîtkirin. 180 pêşmergeyên li Kampa Perwerdê ya Etrûşê ya girêdayî bajarê Dihokê, di 16’ê Hezîranê de, dest nîşan kiribûn ku ewê li dijî gerîla şer nekin û çekên xwe danîbûn. Hêzên PDK’ê, ji bo ku heman rewş neyê jiyîn, pêşmerge bi “birîna mûçeyên wan” tehdît kirin.    Li aliyê din, gelek pêşmerge, fermandarên pêşmergeyan û pêşmergeyên emekdar di rojên derbasbûyî de bertek nîşanî operasyonê û tevlîbûna PDK’ê ya operasyonê da bûn.