Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin 2021-06-18 16:20:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em aciz in û bi hêrsin. Lê wê ev tengasî bibe firehî. Denîzek çû wê Denîz zêde bibin.”    Hêrs û berteka li dijî qetilkirina Denîz Poyraz zêdetir dibe. Denîz Poyraz duh di êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina Poyraz bi daxuyanî û meşan hat şermezar kirin. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Em ê bêdeng nebin, netirsin û îtaet nekin.”    WAN    Meclîsa Jinan HDP’a Wanê li pêş avahiya HDP’a Wanê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Leyla Balkan daxuyanî da û got berpirsê qetilkirina Poyraz Wezîrê Karên Navxweyî û tifaqa AKP-MHP’ê ye.      Endamên Platforma Demokrasiyê ya Wanê jî li ber kargehek daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta avahiya HDP’ê meş li dar xistin.    AGIRΠ   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê û navçeyên xwe jî bi meşekê qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Di meşê de dirûşm hatin berz kirin û meş li ber avahiya HDP’ê bi dawî bû.    GÎRESÛN     Nûnertiya HDP’ê ya Bajêr a Gîresûnê jî civîna çapemeniyê li dar xist û êrişê û qetilkirinê şermezar kirin.    AMED    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê jî li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên HDP’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclîsa Ciwanan Yûsûf Acar got di hedefa ewil a îqtidara faşîst de têkoşer û ciwan hene û faşîzm bi her awayî dixwaze xebatên HDP’ê îllegalîze bike û ew ê destûr nedin faşîzmê.    Parlamenter Pero Dundar jî her bûyerek diqewime girêdayî hev in û revandin û gefên li dijî ciwanên wan ji vê bûyerê ne serbixwetir e. Dundar got axaftinên dayika Denîz Poyraz ji wan ferman e û ew ê gotinên dayika wê bi cih bînin.    DERSIM   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê jî li Kuçeya Hunerê qetilkirina Poyraz şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ji îqtidar û şirîkê îqtidarê hêz girtiye û êriş pêk aniye.    XARPÊT   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê ya Xarpêt jî têkildarî êrişî daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Veysî Saritag anî ziman ku li ser daxuyaniyên îqtidarê ev êriş pêk tên.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê protesto kir. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad pêk hat û gelek kes beşdar bû. Di daxuyaniyê de hat gotin êriş encama siyaseta îqtidarê ye û roj roja hev girtinê ye ku li dijî faşîzmê derkevin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê Wezîrê Karên Navxweyî ji ber êrişê li tavilê îstîfa bike.    HATAY    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îsekndûrana Hatayê jî qetilkirina Poyraz şeremzar kir Û hat gotin ku Denîz Poyraz rûmeta wan e.    OSMANIYE   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Osmaniye jî êriş hat şeremzarkirin. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevgirtî hat kirin.    RIHA   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî daxuyanî da û êrişa li dijî HDP’ê û qetilkirina Poyraz şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kujer ne yek kes e û gelek kes hene.    SEMSÛR   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Semsûrê û navçeyên xwe jî êriş şermezar kirin. Hevseroka Bajêr Zelîha Karinca daxuyanî da û roj roja xwedî derketina HDP’ê ye û hesab pirsîna ji AKP’ê ye.    KOLIK   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kolika Semsûrê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku HDP gel e, gel bêdeng nabe û Denîz nemirin.    DÎLOK   Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî li ber Edliyeya Dîlokê daxuyanî da, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Poyraz da. Hevseroka HDP’a Bajêr Songul Koçdag daxuyanî da.    Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl jî axivî û got: “Yên ku partiya me hedef nîşan didin û krîmînalîze dikin hevkarê vê cînayetê ne. Îqtidara ku AKP û MHP’ê ji bo xwe li ser pêya bigire, tiştên berê aniye serê me dîsa dixwaze bîne serê me. Em aciz in, bi hêrs in. Lê em ê van rojên tarî û teng derbas bikin û li pêşiya me firehî heye. Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin û zêdetir bikin û em bi biryar in ku bayê bakur biwezinînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    ÊLIH   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên xwe Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu got îqtidar li dijî partiya wan dijminatiyê dike.    Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku Denîz Poyraz bi awayek oranezîkirî hatiye qetilkirin û ew ê qatilan û yên ferman dane derxin holê.    BISMIL    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bismila Amedê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.    ŞIRNEX    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, têkildarî qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyrazê de li navenda Şirnexê daxuyaniyê da. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girseya ku tevlî daxuyaniyê bû, wêne yên Poyrazê û kordeleya reş bi ber xwe ve kirin û alayên HDP’ê bilind kirin. Her wiha di daxuyaniyê de parkartên li ser “Denîz Poyraz Nemir e” û HDP gel e û tim li ser nigan e” nivîsandî hatin vekirin. Girseya ku li avahiya HDP’ê kom bû û xwest ber bi Meydana Omer Kabak ve bimeşe, rastî astengiya polîsan hat. Girse jî ji ber vê astengiyê dest bi çalakîya rûniştinê kir.    Piştî berxwedana girseyê destûr hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag daxuyanî xwend.   Akdag, anî ziman ku êrîşa li dijî avahiya wan hatiye kirin, êrîşeke plankirî ye û encama alozîya bi destê îqtidarê tên kirin bi xwe ye. Akdag, diyar kir ku hedefgirtina partiya wan û êrîşa pêk hatiye ne tesadûfî ye û bang li her kesî kir ku li dijî faşîzmê di nav çepera HDP'ê de cih bigirin.   Pişt re parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî da zanîn ku ew soz didin ku ew ê daxwaza gel a ji bo azadî, aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê pêk bînin û wiha axivî: "Em wê alayê hilbigirin. Naxwazin demokrasî û azadî ava bibe û ji ber vî yekê berê xwe dane demên Osmaniyê. Îqtîdar xwedî zihniyetek gelek paşverû ye ku zarok û birayên xwe dikûje."   'DENÎZ DIHERIKIN'   Herî dawî parlementer  Nuran Îmîr axivî. Îmîr,  jî bal kişand ser êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û destnîşan kir ku ev êrîş tu carî bi dawî nabin. Îmîr, got: “Beriya her tiştî em jinên kurd ji ber vê êrîşê gelek xemgîn in. Hemû kes jî baş dizane ku kujerê Denîz Poyraz kî ye. Em gelek baş dizanin ku dixwazin çi peyamê bidin me. Lê belê Denîzek biçe, dê hezaran Denîz bên û biherikin her deverê welat. Tu kes nikare bayê kurdan bide sekinandin. Li dijî vê komkûjiyê em ê hêrsa xwe birêxistin bikin. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana hevalên xwe bidomînin. Agirê ku di bin demokrasiyê de hatiye pêxistin, ne bi tenê me dê we jî bişewitîne.”   Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê domand.    Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e” û “ Denîz heval nemir e” bi dawî bû.