Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye 2021-06-18 16:22:29   ÎZMÎR –  Derket holê ku kujer Onûr Gencer piştî ku Denîz Poyraz qetil kiriye, qat bi qatên xana kar geriyaye û li deriyan daye û xwestiye destê xwe bişo. Şahidê ku kujer rû bi rû dîtiye ev tişt got: “Pîs pîs di bin simbilan de keniya û got, ‘ez dikarim destê xwe bişom’.”   Derket holê kujerê Onur Gencer ku li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê êriş pêk anî û endama partiyê Denîz Poyraz qetil kir, piştî cînayetê qat bi qatên xana kar geriyaye û li deriyan daye û xwestiye destê xwe bişo. Yek ji şahidên ku kujer li deriyê wî daye, wan kêliyan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.    ‘ME DENGÊ ÇEKÊ Û QÊRÎNÊ BIHÎST’   Şahida ku nexwest navê xwe bide, diyaloga ku di navbera wê û kujer de derbas bûye wiha ragihand: “Li buroyê bi bavê xwe re dixebitim. Saet derdora 11.00’an dengê 3 çekan pêk hat. Li qorîdorê tevlîhevî hebû. Ji nişke ve dengê qêrîna jinekê hat bihîstin. Em derketin pacê û me dît ku li jêr polis rawestiyane û li avahiya me dinerin. Me deriyên xwe rada û ji xwe re sekînin. Min dît ku li pêş deriyê cîranê me kesek sekiniye. Min got qê polis e û derî vekir û jê pirsa ‘tu polisî?’ kir. Destpêkê bersiv neda min û piştre destê xwe dirêj kir û got, ‘Ez dikarim destê xwe bişom?’ Min dît ku di destê wî de lepikek reş heye û bitoz e. Dema ku destê xwe dirêj kir bi destê wî lerizî. Min dîsa pirsa ‘tu polisî?’ jê kir. Pîs pîs di bin simbila de keniya. Di wê demê de min fêm kir ku bersûc e. Ji tirsa derî li rûyê wî girt. Bavê min li hundir bû û min jê re serboriya xwe vegot.”   ‘GOT DIXWAZIM DESTÊ XWE DIŞOM’   Piştî vegotinên keça xwe bav jî ev tişt vegotin: “Min di kuna derî de li qorîdorê nêrî û banga ‘kes li wir heye’ kir. Ber bi derî ve hat û got, ‘ Ez Onûr Gencer, dikarim destê xwe bişom’. Derbasî hundir bûm û bi telefonê li polisan geriyam û ji wan re ragihand ku êrişkar li qata me ye. Di wê kêliyê de bi dengê piyê wî min ferq kir ku ber deriyê qorîdorê ve diçe. Piştî îxbara min bi 5 deqeyan me dît ku bersûc ji avahiya me derdixin.”   ‘EM JI BO DENÎZ PIR XEMGÎN BÛN’   Şahidan got ku di avahiyê de gelek caran leqayî Denîz Poyraz û dayika wê hatine û ev tişt gotin: “Denîz û dayika xwe mirovên devliken bûn. Em gelek xemgîn bûn. Piştî ku kujer hat girtin polisan li qatan kontrol nekir.”