Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin 2021-06-18 16:47:53 ÎZMÎR - Bi hezaran kesên ku li Kadîfekaleyê cenazeyê Denîz Poyrazê bi berzkirina dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin gotin, "HDP, gel e, gel li vir e." Siyasetmedarên ku di merasîma cenaze de axivîn gotin: "Em ê nehêlin alaya Denîzê bikeve erdê."    Cenazeyê Denîz Poyrazê ku di êrîşa li hemberî avahiya HDP'a Îzmîrê de hat kuştin, piştî wecîbeyên olî ya li Midûriyeta Goristanan a li Taxa Tepecîk a navçeya Konakê ji aliyê malbatê û endamên partiyê ve hat girtin.    Dayik Fehîme Poyraz ku li ber Midûriyeta Goristanê zêmar lewbandin got: "Çi îşkence li keça min kiribe, xwedê heman tiştî bîne serê wî jî. Çawa kezeba min şewitî, bila ya dêya wî jî bişewite. Min tu carî nifir li kesî nekirin, lê dilê min diêşe, bila yê dêya wî jî biêşe. Denîz namirin, Denîz çû, dê bi hezaran Denîz werin. Dilxweş im ku dêya Denîzê me. Ma mirov tahdeyeke wisa li jinekê dike? Faşîst. Çi heqê te li keça min hebû. Xwedê ji te re nehêle înşelleh."    Paşê cenazeyê Poyrazê anîn mala wê. Li vir jî bi hezaran kesî bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "HDP gel e, gel li vir e cenaze pêşwazî kirin." Dê û bavên Poyrazê jî di nav de bi hezaran kes ber bi Mizgefta Kadîfekaleyê ve meşiya. Li Mizgefta Kadîfekaleyê bi beşdarbûna bi hezaran kesî merasîma cenaze hat lidarxistin.    Berdevkên HDK'ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên Giştî yên HDP'ê PErvîn Bûldan û Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, siyasetmedar Sirri Sakik, Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn tanrikûlû, Orhan Saribal, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, ŞAredarê Îzmîrê Tûnç Soyer, nûnerên Partiya Gelecekê û rêxistinên civaka sivîl jî tevli merasîmê bûn.    Cenazeyê Poyrazê bi berzkirina dirûşmeyên "Denîz Poyraz nemir e", "Şehîd namirin", "Dê dewleta kujer hesab bide" anîn Goristana Kadîfekaleyê. Dayik Fehîme Poyraz ku li ser cenazeyê keça xwe qîriya got: "Keça min, keça gelê kurd e. Bi saya gelê xwe li ser pêya me."    KILIÇDAROGLÛ ÇELENK ŞAND    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer, Rêxistina Partiya Çepgir a Îzmîrê, DÎSK-Genel-Îş, KESK, Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyê jî çelenk şandin Mizgefta Kadîfekaleyê.    ÊDÎ BES E   Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer li hewşa mizgeftê sersaxiya dayik Fehîme Poyrazê kir. Dayik Poyraz got: "Me got biratî, em hatin kuştin. Xwîn rijandin, doza çi li mazlûman dikin, êdî bes e, bila bes xwîn bê rijandin, bla zarokên me nemirin, doza çi li me dikin, êdî bes e bila ev xwîn nerijê, bila aştî çêbibe, bila keça min şehîda dawî be. Êdî bes e."    EMEP: EM Ê NEHÊLIN    Beriya nimêja cenaze Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî got: "Bila serê gelê me sax be. Hevrêya me Denîz, hevarêya me ye ku 6 gulleyan niakribû wê bikuje. Guleyên lê hatin teqandin, li me hatine etqandin."    Akdenîz, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê careke din em destûr aprovakasyonan, cinayetên siyasî nedin. Em bibin yek, rê li ber pergala çete û mafyayî bigirin."    PARTIYA ÇEP: LI DIJÎ FAŞÎZMÊ MIL BI MIL    Endama Desteya Serokên Partia Çepê Îlknûr Başer jî got: "Ên xwişka me Denîzê kuştin, îqtidar e ku dixwaze pergala mafyayî û talanê bidomîne. Em ê li hemberî kesên Denîz Poyrazê kuştin û HDP'ê dikin hedef mil bidin milê hev du û têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî faşîzmê mil bi mil."    HDK: AZADÎ EVÎNA GELÊ KURD E   Hevberdevkê HDP'ê Cengîz Çîçek jî got: "Em tim serbilind bin. Ev şer, şerê me demokrasîxwazan û şerê pergala rant û dizîyê ye. Ê ku pêl tetikê kiriye helbet kujer e. Lê gotinek me heye ji bo kesên dixwazin Gladîoya xwe di şerê Sûriyeyê de li dijî têkoşîna gelê kurd xurt bikin heye: Heger tetikêşên we, kontrgerîllayên we hebin, ê gelê kurd jî evîna wî ya ji bo azadiyê heye. Em ê bi hev re bibin ehvrêyê Denîzê û dê têkoşîna me ya rêxistinbûyî bi ser bikeve."    SANCAR: PLANA ALOZIYÊ    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî bi kurdî sersaxiya girseyê kir ûg ot: "Xwişka me Denîz bi awayekî hovane hat kuştin. Ev cinayet, ev êrîş, ev komkujî bi awayekî aşkere hat kirin. Li hemberî me pergaleke çete û mafyayî heye. Ê ku vê pergalê li ser pêya dihêle dijminatiya li hemberî gelê kurd, demokrasî û azadiyê ye. Ên ku gelê kurd, nûnerên gelê kurd û hêzên demokrasiyê hedef nîşan didin, zemîna vê yekê amade kirine. Berpirsiyarê vê îqtidar e. Kî bibêje ev bûyereke takekesî ye, ew şirîkê vê cinayetê ye. Li holê plana aloziyeke rêxistinbûyî heye."    TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN   Sancar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo hêzên demokrasiyê bêdeng bikin, êrîşê dibin ser kurdan û HDP'ê. Di siyasetê de nikaribûn bikin, li dadgehan nikaribûn bikin. Lê tetikêşên xwe yên dest bixwîn dixin dewrê. Em li ser pêyan e. Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Xwişka min Denîz, em soz didin te, teqez em ê xeyalên te pêk bînin. Teqez em ê bi ser bikevin."    BULDAN: EM Ê NEHÊLIN ALAYA DENÎZ BIKEVE    Hevseroka Giştî ya HDP'ê PErvîn Bûldan jî malavayiya hemû kesên hatine kir û diyar kir ku dê ev pêşitevanî pêşerojê diyar bike û dirûvekî bide siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê. Bûldan got: "Îro êşa me giran e, em ê gavekî din hevaleke xwe ya ciwan verê bikin. Em careke din soz didin ku em ê mîrateya hevrêya xwe Denîzê û alaya wê bilind bikin. Qethiyen em ê nehêlin, alaya wê bikeve erdê, em soz didin."   NE PROVAKASYON E    Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Duh li Îzmîrê, komkujiyeke pir nemerdane pêk hat. Kesên wê komkujiyê plan kirin û xistin dewrê, divê baş zanibin ku ev ne komkujiyeke ku bi destê kesekî tenê hatibe kirin. Tiliya hin hêzan tê de heye. Ji xwe ji twîttên wî, ji wêneyên wî û peyamên wî em vê fêm dikin û dibînin. Lê îro bêyî ku ev yek bê lêkolînkirin bê ka kî li pişta wî ye, demildest wî girtin."    Bûldan, diyar kir ku zûzûka girtina kujer nîşan dide ku ev bi tenê nehatiye kirin û got: "Ev karekî organîekirî û plankirî ye. BIla kes ji me re nebêje provakasyon e û vê çîrokê ji me re nebêje. Ev ne provakasyon e, rasterast operasyon û komkujiyek e ku li hemberî HDP û gelê kurd hatiye kirin."    Bûldan di dawiya axaftina xwe de de got: "Lê em ê demokrasî û azadiyê û edaletê bînin vî welatî. Em careke din li vir soz didin Denîzê ku em ê azadî û edaletê bînin."    SOYER: EV GULE LI ME HEMÛYAN HATIYE TEQANDIN     Herî dawî jî Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer got: "Ev gule tenê li HDP'ê û kurdan nehatiye teqandin, li hem hemûyan, li biratiya me û yekîtiya me hatiye teqandin. Em ê enmirin, em ê bi hev re Tirkiyeyeke xweşik ava bikin. Bila serê me gişan sax be."    Pişttî axaftinan nimêja cenazeyê Poyrazê hat kirin. Dê cenazeyê Poyrazê li Goristana Kaynaklar a navçeya Bûcayê bê definkirin.