Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin 2021-06-18 17:14:03   AMED - Malbatên Girtiyan ên bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha gotin: “Ev heqaret û zilma li zarokên me tê kirin nayê qebûlkirin. Dest ji zilma li zarokên me berdin.”   Malbatên girtiyan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ku kurê wê Fetûllah Yîgît lê dimîne vegot û wiha axivî: “Kurê min 10 sal in di girtîgehê de ye. Di 10 salan de li gelek girtîgehan gerandin. Kurê min ji min re got ‘dayê gelek zehmetiyan bi me didin kişandin. Gelek nexweşên me hene. Em çiqas bêjin divê em biçin nexweşxaneyê û dermanan bigirin jî her tim heqaretê li me dikin. Nahêlin ku em biçin nexweşxaneyê tedawî bibin. Gelek nexweşên giran ên cezayê heta hetayê girtine hene.’”   ‘EV HEQARET NAYEN QEBÛLKIRIN’   Yîgît, anî ziman ku her carê daxwazên zarokên wan tên redkirin û wiha got: “Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Destê xwe deynin bin kevir û peywîra xwe ya edaletê pêk bînin. Dest ji zulma li zarokên me dikin berdin, daxwazên wan bi cih bînin. Kîjan girtîgeh bibe bila bibe hemû girtî zarokên me ne. Ev heqaret û zilma li zarokên me tê kirin nayê qebûl kirin.”   ‘BILA ZILMÊ LI ZAROKÊN ME NEKIN’   Pişt re Nazîme Yurek a 2 kurên wê li Girtîgehên Bunyan a Kayseriyê û Kandiraya Kocaeliyê dimînin axivî û wiha got: “Yek ji wan 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiya dil pê re heye. Kurê min yê din jî 10 sal in di girtîgehê de ye û nexweşê şekirê ye. Ez tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyên ku zilm lê tê kirin diaxivim. Ji xwe derman nedidan zarokên me, piştî vê vîrûsê rewşa wan zêdetir giran bû. Beriya niha zilm didîtin, zehmetî dikişandin lê piştî vê nexweşiyê dewletê zêdetir zilm lê kir. Îro hevdîtin 15 rojan carekê tên kirin. Ji ber em jî pîr in divê belgeya destûrê hebe û nikarin biçin hevdîtinê. Ji xwe girtîgehên ku zarokên me lê ne ji me dûr in. Ji aliyê aboriyê ve jî rewşa me nebaş e. Pirtûkan nadin zaroken me, dîsa ne nameyan didin wan ne jî dişinin. Her roj bi kuçikan li odeyên wan digerin. Ji xwe bi salan ceza dane wan qet nebe bila zilmê lê nekin. Mafekî dewletê yê wisa tune ye. Tene daxwaza me ewe ku zilmê li zarokên me nekin.”