ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-19 09:00:05   * Girtiyê nexweş Siddik Guler ku 27 sal in girtiye, piştî ku nexweşxaneyê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dayê, dozgeriyê serlêdana ji bo taloqkirina înfaza wî red kir.    * Li herêmê ji ber hişkesaliyê hem fiyetê genim hem jî yê kayê biha bû. Fikar û tirsa cotkar û esnafan, ew e ku hikûmet genim îthal bike.    * Alî Yildirir ku di nav Heyeta Aştiyê de bû û çûbû Balafirgeha Hewlêrê û paşê hatibû dersînorkirin, anî ziman ku PDK "îxanetê li gelê kurd dike."    * Fevzî Aladag, bavê Yonca Aladag a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye, îdia kir ku hevjînê wê ew kuştiye.    * Dadgeha Bilind, 7 sal û 6 meh cezayê li Çaglar Demîral a HDP'î hatibû birîn, xera kir.    * Tenê ne malbata Denîz Poyraz para xwe ji zextan digire. Di heman demê de gundê wan jî Xirbêmirîşkê yê bi ser Mehsertê ve jî her tim bi zextan re rûbirû maye û gundî ji ber zextên salên 90’î neçar bimînin gund biterikînin. Mal û milkên gundiyan bi demê re veguherîn xirbeyan.   * Şaredariya HDP'î ya Silopiyayê, ji ber ku her meh piraniya budçeya wê ji ber deynên qeyûmê berê tê birîn, di warê kar û bar de zehmetiyê dikişîne. Hevşaredaran destnîşan kir ku çendî zor û zehmetî hebin jî, lê heya ji destê wan tê xizmeta gel dikin û dê xizmetê tu carî îhmal nekin.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 103'yemîn de berdewam bike.    * Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê biçin serdana gundên bi ser navçeya Mazgêrda Dersimê. (11.00)   * Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dê Kongreya Asayî ya 16'emîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê li dar bixe. (11.00)   * ÎHD û Xizmên windayan li Amed û Êlihê dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Rêveberên ÎHD'ê wê li Stenbol û Enqereyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 847'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Wê li gelek bajaran êrişa li dijî HDP'a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz were şeremzarkirin. (12.00-20.00)