Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin 2021-06-19 09:00:42   HATAY - Girtiyê nexweş Siddik Guler ku 27 sal in girtiye, piştî ku nexweşxaneyê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dayê, dozgeriyê serlêdana ji bo taloqkirina înfaza wî red kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê di sala 2020'an de ji bo înfaza girtiyê nexweş Siddik Gulerê 81 salî ku di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de ye, bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da. Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê jî di 2'yê Adarê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da Guler. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî di 3'yê Adarê de serlêdana ji bo taloqkirina înfaza Guler red kir.    Piştî hin hewildanan Guler di 29'ê Çileyê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hat kirin. Çendî ku hem temenê wî zêde ye û hem jî gelek nexweşîn lê peyda bûne, dîsa jî ji ber rapora nexweşxaneyê daxwaza ji bo înfaza wî hat taqlokirin.    Guler, ji sala 1994'an heya niha li Amed, Yozgat, Aydin, Sêrt, Mêrdîn û Dîlokê di girtîgehan de maye û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê hatiye kirin.    LI 10 POLÎKLÎNÎKAN MUAYENE BÛ    Nexweşîna hîpertansiyon, qelb û romatîzma jî di nav de gelek nexweşîn li Guler peyda bûne. Li gor rapora heyetê ya nexweşxaneyê Guler li polîklînîka Nexweşînên Çav, Cerahiya Giştî, Kardiyolojî, Tenduristî û Nexweşînên Ruh, Nexweşînên Navê, Norolojî, Ortopedî, Travmatolojî û Nexweşînên Poz û Qirikê muayene bûye.    HAT REDKIRIN   Parêzeran di 26'ê Cotmeha 2020'î de ji bo taloqkirina înfaza Guler serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dane. Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê jî di 2'yê Adara 2021'ê de rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Guler. Dozgeriyê jî ji ber vê serlêdana ji bo taloqkirina înfazê red kiriye.    MA / Hamdûllah Kesen