Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike 2021-06-19 09:00:58   ŞIRNEX - Alî Yildirir ku di nav Heyeta Aştiyê de bû û çûbû Balafirgeha Hewlêrê û paşê hatibû dersînorkirin, anî ziman ku PDK "îxanetê li gelê kurd dike."    Ji bo pêşî li ber operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li Metîna, Zap û Avaşînê bê girtin, Heyeta Aştiyê ku parlementerên biyanî jî di nav de bûn, çûbû Hewlêrê. Heyet li Hewlêrê hatibû sekinandin û ji aliyê rayedarên PDK'ê ve hatibû dersînorkirin.    Ji 150 kesên di nav heyetê de yek jê jî siyasetmedar Alî Yildirir bû. Yildirir, dema dersînorkirinê, operasyona Tirkiyeyê û rola PDK'ê nirxand.    YEKÎTÎ BIVÊ NEVÊ YE   Yildirir, anî ziman ku ji bo şaşiya polîtîkaya PDK'ê bi rayedaran re nîqaş bikin çûne Herêma Kurdistana Fede, lê çawa gihaştine Balafirgeha Hewlêrê asayîşê pêşiya wan girtiye. Yildirir, destnîşan kir ku li wir anîne ziman ku ev nêzîkatî nêzîkatiyeke şaş e û bi tu awayî xizmeta yekîtiya kurdan nake, lê belê asayîş ji ya xwe daneketiye û ji ber vê li wir dest bi greva birçîbûnê kirine. Yildirir, bilêv kir ku ji ber ku tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û şîrîkantiya wê aşkere bûye û PDK nikare ser wê binixumîne û argumaneke wê ya qanehkirinê tune ye, ew asteng kirine.    Yildiri got: "Valakirina gundên Başûrê Kurdistanê, şewitandina xwezaya wê, kuştina mirovan dê çawa rave bikin? Ji ber ku nikare rave bike, pêşiya heyetan digire. Helbet di vir de rola sereke ya Tirkiyeyê ye ku pêşî li ber hevdîtinê girtiye."   Yildirir, destnîşan kir ku ji bo kurd bi hev re şer nekin tevdigerin û got: "Yekîtiya kurdan, ji bo kurdan bivê nevê ye."    Yildirir got: "Kurd gava bibin yek, dê azad bibin. Têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, astengkirina yekîtiya kurdan û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta tirk a dagirker, ji aliyê tu kurdî ve nayê qebûlkirin. Helwesta PDK'ê, bi awayekî aşkere îxanet e. Malbata Barzanî, berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên Kurdistanê re digirin. Ev nayê qebûlkirin. Armanca tevkariya PDK-TC'ê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ji lew re Tevgera Azadiyê ya Kurd ji xwe re wekî tekane astengiyekê dihesibînin."    Yildiri, bibîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û rewşenbîrên kurd demeke dirêj e ji bo Kongreya Neteweyî hevdîtinan bi partiyên Herêma Federe re dikin, lê belê PDK her tim astengiyan datîne ber wê û li ber yekîtiya neteweyî disekine.    Yildirir, bilêv kir ku berjwendiyên hemû perçeyên Kurdistanê ne di etra PDK'ê de ne û got: "Çavê wan tenê di petrola Başûr de ye. Gelê Kurdistanê birçî dihêlin û sermaye û pereyên xwe jî dişînin Tirkiyeyê. Lewma naxwazin ji kontrola Tirkiyeyê derkevin. Çendî ku PDK, guh nad ebangawaziyên Tevgera Azadiyê û rewşenbîrên kurd a ji bo yekîtiyê jî, lê belê dê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî tim hebin. Heger PDK xwe nede ber yekîtiya neteweyî û li cem TC'ê tevbigere, dê kurd ji xeynî PDK'ê jî yekîtiya xwe çêbikin û kongreya neteweyî li dar bixin. PDK, xwe li cem dewleta tirk a dagirker bi keys kiriye û naxwaze civaka kurd bibîne. Baweriya wê bi hêza gelê wê, bi gelê kurd û gelên din ên Başûrê Kurdistanê nayê û ji dêvla ku vîna wan esas bigire, li gor dîrektîfên dagirkeran hereket dike. Lewma em mecbûr in li gor helwesta Tevgera Azadiyê û helwesta Rêberê Gelê Kurd tevbigerin. Ji lew re yekîtiya neteweyî û astengkirina şer tekane peywira me ye."    Yildirir, destnîşan kir ku şerekî muhtemel ê di navbera kurdan de dê bi kêrî dijminan bê û di vî warî çi bikeve ser milê wan rewşenbîrnên kurdan dê bikin û dê heya dawî diyalogê esas bigirin.    Yildirir, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê PDK, partiyên din û sazî û dezgehên herêmê berbayî lîstikên Tirkiyeyê nekevin.    MA / Mujdat Can