Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan 2021-06-19 10:11:16 MÊRDÎN - Tenê ne malbata Denîz Poyraz para xwe ji zextan digire. Di heman demê de gundê Denîz Poyraz Xirbêmirîşkê yê bi ser Mehsertê ve jî her tim bi zextan re rûbirû maye û gundî ji ber zextên salên 90’î neçar bimînin gund biterikînin. Mal û milkên gundiyan bi demê re veguherîn xirbeyan.    Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîranê de avêt ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û gulebaran kir. Kujer endama HDP’ê Denîz Poyraz jî qetil kir. Denîz Poyraz di sala 1983’yan de li gundê Xirbêmirîşkê ya bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve tê dinyayê. Zextên li ser gundên kurdan piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’an dest pê kir û nemaze ev zext di salên 1990’î de girantir bûn. Di van salan de zextên li ser gundê Xirbêmirîşkê zêde bûn û leşkeran destûr neda ku gundî çandiniyê jî bikin. Ji sala 1990’î ve pergala cerdevaniyê li gundiyan hat ferzkirin. Gundiyan cerdevaniyê qebûl nekir û gelek malbat biryar sitendin ku ji gund koç bikin û çûn bajarên Tirkiyê. Malbata Poyraz jî div ê pêvajoyê de koçî Îzmîrê kir. Leşkeran bi ser gund de girt û agir berda mal û milkê gundiyan û talanê kirin. Dema gund tê valakirin ji 80 malî zêdetir e. Di salên 2001 û 2002’an de bi pêvajoya vegera lig undan 16 malbat vedigerin gund. Gundiyên ku vegeriyan gund mal û baxeçeyên xwe ji nû ve ava kirin. Lê hêj gelek mal nehatine çêkirin û di şûna xwe de kavilkirî disekinin.    VEGERÎN HEYE LÊ GUHERÎN NÎNE    Di nav malbatên ku vegeriyane gund de kalik û apê Denîz Poyraz jî hene. Di van salên dawî de wek zextên di salên 90’î de dîsa li ser gundiyan zordarî heye. Tiştek nameye ku nehatiye serê gundê Xirbêmirîşkan. Di sala 2012’an de derbarê 80 gundiyên Xirbêmirîşkê de doz tê vekirin. Di îlona sala 2019’an de leşker diavêjin ser gund û 15 gundiyan binçav dikin û dibin hewşa Fermandariya Leşkeriyê ya Mehsertê û mîna salên 90’î îşkenceyê li gundaiyan dikin. Gundiyan behsa wê îşkenceyê kir û gotin “Tiştên ku di salên 90’î de anîn serê me hatin ber çavê me.”    ÎRADEYA GUNDIYAN TÊ DESTESERKIRIN    Gundiyan di hilbijartinê de keyayê xwe hilbijart, lê piştî 6 mehan qeyûm danîn şûna keya. Di 4’ê hezîrana 2021’an de hilbijartina keyatiyê hat lidarxistin û ji ber zextan kesek din wek keya hat bijartin. Ji ber zextan gundî dîsa vegeriyan bajaran û tenê sê malbat sabît li wir dimînin. Gundiyan tiştên ku hatine serê wan vegotin û ji ber ewlehiya xwe derneketin pêşberî kamerayan.    ‘40 SAL BERÊ ÇI ZILM HEBE ÎRO JÎ DEWAM DIKE’   Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Mehsertê Metîn Kaya ku gundê wî cîranê gundê Xirbêmirîşkê ye diyar kir ku di salên 90’î de li herêma Mehsertê 30 gund hatine valakirin. Kaya anî ziman ku piştî darbeya 12’ê Îlonê dewletê cerdevaniyê li ser gundiyan ferz kiriye û ji ber vê yekê gund hatine valakirin û gundiyên herêmê bi îşkenceyan re rûbirû mane. Kaya da zanîn ku xelkê gundê Xirbêmirîşkê beriya were valakirin bi îşkenceyên giran re rûbirû mane û got: “Hevala me Denîz û malbata xwe jî ji ber van zextan koçî Îzmîrê kirin. Heke li ser axa xwe dikaribûna jiyanek azad bidomandana, belê wê têkoşîna me dewam bikira lê dibe ku îro ev qetilkirin pêk nehata.”    Kaya destnîşan kir ku gundî niha bi versiyonên cuda îşkence li gundaiyan tê kirin û got: “40 sal berê çi dikirin îro jî heman tiştî dikin. Lê îro bi rêbazên cuda dikin. Di navbera pêvajoya 12’ê Îlonê û îro de tu ferq nîne. Dibe ku îqtidar hatibe guhertin, lê senaryo û zextên li dijî gelê kurd berdewam dike.”   MA / Ahmet Kanbal