Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne 2021-06-19 10:35:00   AMED - Şêniyên Amedê bertek nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz dan û gotin: “Faîlê vê qetlê Erdogan, Suleyman Soylû û Devlet Bahçelî yê faşîst e.”    Li Îzmîrê kujer Onur Gencer êriş bir ser avahiya HDP’a Îzmîrê û endama partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Nerazîbûna xelkê li dijî êrişê berdewam dike. Şêniyên Amedê ji ajansa me re derbarê êrişê de axivîn û diyar kirin ku êriş polîtîk û sîstematîk e û dewleta ku bûye mafya û çetewar niha jî hedefa xwe guhertiye.    ‘DENÎZEK ÇÛ WÊ BI HEZARAN DENÎZ WERIN’    Îhsan Ergunlu: Tenê ne jinek, mirovahî hat qetlkirin. Wîjdan hat kuştinê. Denîzek çû lê wê bi hezaran denîz werin. Hevrêya me nemir e. Wê Denîz her tim di bîra me de be. Tiştek ku em bitirsin nemaye. Azadiya me hatiye desteserkirin ma êdî em ê çi winda bikin. Divê her kes rabe ser pêya. Yên ku ji bo Filistînê deng derdixistin çima ji bo Denîz deng dernaxin. Wê gelê kurd vê ji bîra neke û hesabê vê êrişê bipirse.    ‘FAÎL ERDOGAN, SOYLÛ Û BAHÇELÎ NE’    Abdullah Yokûş: Tiştên îro diqewimin dubarekirina hovîtiyên salên 90’î ye. Fîlmek ku wê çê bikin nemaye, radibin heman tiştî dubare dikin. Wê demê faîl nediyar bû lê niha faîl diyar e. Faîl Erdogan e, Dewlet Bahçelî yê faşîst û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye. Di hedefa wan de tenê HDP heye. Her kesî dikin terorîst. Li ser HDP’ê rantê dikin. Lê dawiya rê hat wê tu tiştek jî wan rizgar neke.    ‘ÊRIŞEK POLÎTÎK E’    Nazli Çîçek: Kuştina jinan hilweşandina civkê ye. Ev polîtîkayek e, qirkirina jinan e, ne cara ewil û wê ne ya dawî be jî. Kuştina jinan polîtîk e. Kîn, nefret û nijadperestî ji ber faşîzmê pêk tên. Her ku em dengê xwe dernexin wê ev êriş belav bibin. Çimkî ev êrişên polîtîk in.    ‘KURD YEKBÛNA WÊ EV ÊRIŞ NEBIN’    Firat Unlu: Ji ber vê êrişê em gelek xemgîn in. Gotinên rayedarên dewletê van êrişan bi xwe re tîne. Ji ber em kurd in me dikujin. Lê ez kurd im û ez ê her biziman û çanda xwe bijîm. Dixwazim bi van êrişan rojevê biguherînin. Kurd yekbûna em ê ne di vî halî de bûna.    ‘KUŞTINA ÎNSANEK KUŞTINA CIVAKÊ YE’    Selvîna: Sedemê vê êrişê nefret û hêrsa li dijî kurdan e.    Alî Riza: Kuştina mirovekî tê maneya kuştina alemê. Em li dijî kuştinan e. Divê civak bi biratî bi hev re bijî. Divê yên ku hizûra xelkê xera dikin werin cezakirin.    ‘HETA ZIMAN EV BE WÊ ÊRIŞ JÎ BERDEWAM BIKIN’    Servet Ogûz: HDP û rêveberên xwe her tim bi êrişên wiha re rûbirû dimînin. Êrişa hatiye kirin şaşîtî ye. Êrişên li ser HDP’ê ji ber berjwendiyên siyasî yên îqtidarê pêk tên. Îqtidar van êrişan ji xwe re dike rant. Ev êrişek sîstematîk e û heta ku zimanê siyasetmedaran ev be wê ev êriş jî berdewam bikin.