Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye 2021-06-19 10:59:30     AMED - Ji du kesên ku duh bi molotofan êrişî avahiya AKP’ê ya Hênê kirin, yek jê biraziyê rêveberê navçeyê derket. Di mehên bihûrî de jî di êrişa çekdarî de ku hatibû kirin dîsa faîl xizmê rêveberek derketibû.    Li navçeya Hênê ya Amedê duh êvarê bi molotofkokteylan êrişî avahiya Rêxistina AKP’ê ya Navçeya Hênê hatibû kirin. Kêliyên êrişê ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hatin qeydkirin. Di dîmen de xuya dike ku kesek rûyê wî vekirî bi molotofê êrişî avahiya AKP’ê dike û pişt re ji wir direve.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û di vê çarçoveyê de êrişkar Mahmût Evren û Şemdîn Barîn ê ku jê re çavdêriyê kiriye ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Serokê Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Amedê Şerîf Aydin îdia kir ku ev bûyera li dijî avahiya wan bi êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz ve girêdayî ye. Aydin îdia kir ku bûyera li Îzmîrê û êrişa li dijî avahiya wan dişibin hev.    ÊRIŞKAR BIRAZIYÊ RÊVEBERÊ AKP’Ê DERKET    Di rojevê de li gel ku êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz heye û tê nîqaşkirin jî AKP’iyan xwest êrişa li dijî avahiya xwe bi vê êrişê ve girê bide. Lê wisa derneket. Hat zanîn ku yek ji êrişkaran biraziyê rêveberê AKP’ê ye.    Şemdîn Barîn ê ku hatiye binçavkirin biraziyê rêveberê AKP’a Hênê Alî Barîn e û wek faîlê bûyerê li Miduriyeta Polîsan di binçavan de ye.    6 MEH BERÊ JÎ FAÎL BIRAZIYÊ AKP’YÎ DERKET    Bûyerek wek vê bûyerê jî di kanûna 2020’an de li dijî AKP’a Hênê qewimî. Di navbera du malbatên AKP’yî de şer derket. Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser vê yekê bi çifteya otomatîk êriş li dijî avahiyaAKP’ê pêk hat. Sê kes ji bûyerê hatibûn binçavkirin. Yek ji wan kesên hatibûn binçavkirin jî biraziyê rêveberê AKP’a Hênê Zekî Uçak bû.