ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin 2021-06-19 13:31:34   AMED / ÊLIH - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan xwestin faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerari werin dîtin. Li Êlihê jî ÎHD’ê û Xizmên Windayan xwestin aqûbeta belavkarê Ozgur Ulkeyê Îsmaîl Agaya were zelalkirin û faîl werin dîtin û darizandin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 645’em3in de çalakiya “Bila Winda Werin Dîtin û Faîl Werin Darizandin” bi rêya online li dar xist. Vê hefteyê hat xwestin ku kujer ango faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerarş ên di 8-9’ê çileya 1996’an de li Amedê di binçavan de hatin kuştin werin dîtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven çîroka serpêhatiya Korkmaz û Onerari xwend.    KORKMAZ Û ONERARI LI CIHEKÎ HATINE DÎTIN    Guven diyar kir ku Atîlla Korkmaz ê zewicandî di 27 saliya xwe de roja 9’ê çileya 1996’an li semta Batikentê ya Rezana Amedê dema diçû markete ji aliyê polîsên cilên sivîl li wan hatiye binçavkirin û windakirin û cenazeyê wî di 2’ê çileya 1997’an de li Semsûrê hatiye dîtin.    Guven anî ziman ku Mahmût Onerari jî li navçeya Licê ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin û malbatê agahî jê negirtiye. Guven got cenazeyê Onerari jî li gel yê Korkmaz li Semsûrê hatiye dîtin. Guven destnîşan kir ku Atilla Korkmaz û Mahmût Onerari piştî hatine binçavkirin bi guleyan hatine înfazkirin.    ‘FAÎLAN BIDARIZÎNIN’    Guven da zanîn ku tevî 24 sal di ser înfazkirina Korkmaz û Onerari re derbas bûye hêj faîl nehatine dîtin û got: “Faîlan windayan bibînin û bidarizînin. Windakirinên bi darê zorê û înfazkirina wan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”    ÊLIH   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 482’yemîn de çalakiya “Bila Winda Werin Dîtin û Faîl Werin Darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray axivî û çîroka windakirina belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya yê ji aliyê JÎTEM’ê ve di 29’ê gulana 1994’an de hat windakirin xwend.    BELAVKARÊ ROJNAMEYA OZGUR ULKEYÊ BÛYE   Şîray da zanîn ku Îsmaîl Agaya 20 salî bûye û li Êlihê bi malbata xwe re dijiya û belavkariya rojnameya Ozgur Ulke ya ku binpêkirinê mafên mirovan ji raya giştî re radigihand dikir.  Şîray da zanîn ku li gorî dayika Agaya, Mufîde Agaya gotiye lawê wê ji aliyê sê kesên bi cilên sivîl li wan ve hatiye revandin û ji wê rojê ve nehatiye dîtin. Şîray destnîşan kir ku li gel malbatê serî hemû saziyan daye jî tu encam jê negirtine û ew bang dikin ku aqûbeta Agaya yê 27 sal in winda ye were zelalkirin û faîl werin dîtin û darizandin.