Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin 2021-06-19 14:13:24 AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê û aktîvîstên TJA’yê, wêneyê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin, bi sûrên Amedê ve kirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), pakarteke mezin a wêne û nivîsa “Denîz Boyraz nemire” çapkiribûn bi sûra Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê ve daliqandin.    Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Coşkûn, aktîvîstên TJA’yê û endamên Komeleya Jinan a Rosa beşdarî bernamya daliqadina wêneyê Poyraz bûn.   JINAN ASTENGIYA POLÎSAN DERBAS KIRIN   Jinên ku li pêş sûran kom bûn, xwestin wêneyê Denîz Poyraz daliqînin, lê rastî astengiya polîsan hatin. Jinên ku bi polîsan re hevdîtin kirin, wiha got: “Denîz di encama komkujiyekê de hat kuştin. Emê wêneyê wê bi sûran ve bikin.” Polîsan, piştî hevdîtinê destûr dan jinan ku pankartê daliqînin. Jinên ku xwestin derkevin ser sûran, cardin rastî astengiya polîsan hatin. Lê jinan bertek nîşan dan û astengiya polîsan darbas kirin.   ‘EM NATIRSIN, EMÊ HESAB BIPRSIN’   Piştî ku jinan wêneyê Denîz Poyraz bi sûran ve kirin, dirûşme berz kirin û nîşaneyên serkeftê kirin. Jinên ku dûre ji sûran hatin xwarê, derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyek kurt dan.   Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser navê jinan axivî û wiha got: “Emê têkoşîna jinan li her derê belav bikin. Ji bo ku qatil bên darizandin û hêzên pişt wan bên aşkere kirin emê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê li her derê têkoşîna rêheval xwe Denîz bidin jiyîn. Em îro li vir in, sibê em ê vê alê li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê hildin.”   Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Em natirsin, emê hesap bipirsin” berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.