Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede 2021-06-19 15:48:04   ÎZMÎR - Keça Mûsa Anter Rahşan Anter a serdana sersaxiya Deniz Poyraz kir, wiha axivî: “Xwezî em bi Denîz re bûna, lê Denîz bi me re ye. Niha ew dibin bansên Apê Mûsa de ye. Ev têkoşîn wê neqede.”   Serdanên sersaxiya malbata Denîz Poyraz a li Taxa Doga Çimentepe ya navçeya Konakê dewam dikin. Keçe Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê li Amedê di êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin Rahşan Anter, serdana sersaxiyê li malbata Poyraz kir. Rahşan Anter, pirtûka bi îmzeya Mûsa Anter diyarî malbata Poyraz kir. Li ser bergê pirtûkê "Keça min a delal Fehîme, meleka me Denîz di bin banskên Apê Musa de ye” hatibû nivîsandin.   ‘EV TÊKOŞÎN WÊ NEQEDE’   Rahşan Anter, di serdanê de ev peyam da: “Ev sersaxiya çendemîne, ev mirina çendemîne, lê mirin me tînin ba hev. Xwezî em bi Denîz re bûna, lê Denîz bi me re ye. Niha ew dibin bansên Apê Mûsa de ye. Me Denîza xwe şand ba Apê Mûsa. Li xwe baş mêze kin. Ev têkoşîn wê neqede. Ez hêvî dikim ku em bigihijin daxwazên xwe. Em bihijin zilam, welatê xwe. Ez serkeftinê dixwazim. Daxwaza aştiyê dikim.”