Li Stenbolê erdhej çêbû 2021-06-19 15:52:58   STENBOL - Li Stenbolê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.    Li Stenbolê saet di 15.07’an de bi pileya 4.2  li erdhej çêbû. Resexaneya Kandîllî diyar kir ku navenda erdhejê li Sûltaybeylî ye û erdhej 15.1 kîlometre di bin erdê de çêbûye.    AFAD’ê jî ragihand ku erdhej bi pileya 3,9 pêk hatiye û navenda wê Kartal nîşan da.    Waliyê Stenbolê daxuyand ku tiştek neyînî neqewimiye.