Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e 2021-06-19 16:32:17 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran li dijî êrişa avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku berpirsiyarê êrişê îqtidar e.    Di 17’ê hezîranê de kujer Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê ve girt û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di gulebaranê de endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Ev êriş û qetilkirina Poyraz îro jî li gelek bajaran hat şermezarkirin. Rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan, sazî û dezgehên parêzeran û kedê daketin kolanan û êriş şermezar kirin û diyar kirin ku berpirsiyarê êrişê tifaqa AKP-MHP’ê ye.    AMED   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê li Parka Koşûyolûyê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî da. Rêveberên HDP, DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşm hatin berzkirin û bertek nîşanî êrişê dan. Hevserokê Şaxa OHD’ê Muharrem Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku qatil tenê ne yek kesek e û îqtidar berpirsiyarê komkujiyê ye.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî li avahiya Egîtîm Senê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û êriş şermezar kir.    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezroya Amedê jî qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.    BEDLÎS   Rêveberên HDP’ê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan û êriş û qetilkirina Poyraz protesto kirin. Hevserokê HDP’a Bedlîsê destnîşan kir ku berpirsiyarê komkujiyê îqtidar e û ev êriş encama dijminatiya kurdan pêk tên.    MÛŞ    Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî li ber avahiya daxuyanî da û bûyer şermezar kir. Hevseroka HDP’a Mûşê Sîbel Genç anî ziman ku roj roja hevgirtina ji bo HDP’ê ye û divê êdî partiyên muxalefetê û aliyên civakî li cem HDP’ê cih bigirin.    COLEMÊRG   Li Colemêrgê jî rêveberên KESK, ÎHD, TMMOB û DÎSK’ê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.    DÎLOK     Rêxistinên Ked û Meslekî yên Dîlokê jî daxuyanî dan çapemeniyê û bûyerê şermezar kirin û hat xwestin li dijî faşîzmê her kes hev bigire û divê Tirkiye ber bi rojên tarî ve neçe.    RIHA   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da û êriş protesto kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike lê welatiyan bertek nîşan da. Ayşe Surucu da zanîn ku ev êrişek organîzekirî ye û li gel du roj bi ser bûyerê de derbas bû jî ne Serokkomar û ne jî Wezîrê Karên Navxweyî heta hêj tu daxuyanî nedaye û bi vê bêdengiyê nêzîkatiya xwe nîşan didin.