Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir 2021-06-19 17:08:32 ENQERE - Ji sazûmankarên Pink Floyd Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem Dûrak a ji ber stranên kurdî 19 sal ceza lê hat birîn were berdan bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan kir.    Ji sazûmankarên grûpa rockê Pink Floyd a Îngîlîz Rogers Waters di merasîmek xelatê ya bi mijara Filistînê ku Wezareta Çandê ya Tirkiyê desteka wê dike de ji bo hunermenda kurd Nûdem Dûrak a ku bi hêceta stranên kurdî gotiye girtî ye û 19 sal ceza lê birîne bang kir.   Waters di merasîmê de bang li Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kir û wiha got: “Ez ji we rica dikim, dosyeya hunermendek ku bi zimanê dayika xwe stran gotiye û 19 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn ji nû ve binirxînin. Ya rast bikin. Ji kerema xwe Nûdem Dûrak serbest berdin. Ez dizanim ew ne ji Filistînê ye lê ew însanek e, girtî ye. Divê serbest were berdan.”    Nûdem Dûrak li Girtîgeha Bayburtê ya Tîpa M tê ragirtin. Ji ber stranên kurdî di sala 2015’an de hatiye girtin û 19 sal cezayê hefslê hatiye birîn.