Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin 2021-06-19 18:23:27 ÎZMÎR - Derket holê ku Onûr Gencerê ku Denîz Poyrazê kuşt, berî ku teslîm bibe pêwendî bi Ogûlcan Dînçsever û Hande Îrîş re daniye. Lê belê ji bo îfadeyê gazî Dînçsever û Îrîş nehatiye kirin.    Onûr Gencerê ku êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û Denîz Poyrazê kuşt, zûzûka hat girtin. Lê belê derket holê ku Gencer berî ku teslîm bibe pêwendî bi du kesan re daniye.    Li gor agahiyên vê dawiyê bi dest ketin, kujer Gencer piştî êrîşê pêwendî bi Ogûlcan Dînçsever û Hande Îrîş re daniye. Hat hînbûn ku Gecer li ser medyaya civakî bi Hande Îrîş re axiviye. Axaftina di navbera Gencer û Îrîş de, di nav qeydên HTS'ê (Historical Traffic Search) de cih girtin.    WÊNE ŞANDIN   Ji xeynî vê, kujer Gencer piştî ku Poyrazê kuştiye, wêneyê Poyrazê girtiye û ji Pgûlcan Dînçsever re şandiye.    Lê belê derket holê ku îfadeya van her du kesan nehatiye girtin.