Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin 2021-06-19 18:35:06   STENBOL - Piştî "Mîtînga Jinan a Mezin" a li Maltepeyê, polîsan mudaxileyî jinan kir û 6 jin binçav kirin.    Jinên ku bi bangawaziya Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê, ji bo Peymana Stenbolê li Qada Çalakiyê ya Maltepeyê li hev kom bûn, "Mîtînga Jinan a Mezin" li dar xistin. Piştî mîtîngê gava jin ji qadê derketin, polîsan mudaxileyî wan kir. Di dema mudaxileyê de endamên Tevgera Jinan a Sosyalîst Ozge Tûran, Tûggen Gumuşay, Îlke Gursoy, Zehra Aydemîr, Ekîn Gundogan û endama Dev-Lîsê Eren Kaya hatin derbkirin û binçavkirin.   Jinan bertek nîşanî mudaxileya polîsan dan û gotin: "Em ê nehêlin polîs pêşiya me bigirin, em naçin. Heya hevalên me neyên berdan em ê li vir bin."