Kiliçdaroglû hevdîtin bi malbata Şenyaşar re kir: Ev edalet û hiqûqeke çawa ye? 2021-06-19 18:59:44   DÎLOK - Malbata Şenyaşar hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re  kir. Di hevdîtinê de Kiliçdaroglû got: "3 kes mirin, lê kesek nehatiye girtin. Ev hiqûq û edaletek çawa ye? Divê edalet pêk bê."    Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku hevjînê wê û du kurê wê ji aliyê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz ve hatin kuştin, li Dîlokê di çarçoveya çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" de hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re kirin.    Di hevdîtinê de parêzerê malbata Şenyaşar Bulent Dûran, êrîşa hat kirin nirxand. Kiliçdaroglû jî derbarê êrîşê û dosyeyên dozê de ji parêzer Dûran bi awayekî nivîskî agahî xwestin û got: "Ez ê van agahiyan li Meclîsê bidim serokwekîlan. Ez ê hewl bidim ku ev mijar li parlementoyê bibe rojev. Ez ê hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re bikim û bipirsim ev çi rezalet e. Em ê xîtabî wijdanê terefê din jî bikin. 3 kes mirin, lê kes nehatiye girtin. Ev hiqûq û edaletek çawa ye? Ez wêneyê dayikê li ser înternetê û di rojnameyan de dibînim. Li ber dikevim. Dayik doza edaletê dike. Min jî edalet xwest û em ji bo vê meşiyan. Divê edalet pêk bê. Dayik doza edaletê dike, lê 4 caran li ber avahiya edliyeyê hat binçavkirin. Ev rezalet e."    Paşê Ferît Şenyaşar axivî û got: "Hevjînê dêya min û du kurên wê hatin kuştin. 3 sal in digirî û çavên wê ji sedî 70'ê qels bûne. Nikare emeliyat bibe. Dibêje heya edalet pêk neyê, ez ê tedawî nebim."    Dayik Emîne Şenyaşar jî bigirî got: "Edaletê dixwazim. Bila kurê min bê berdan. 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. Edalet tune ye."