51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-06-19 21:32:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 480 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 480 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 122 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 365 hezar û 208.