Li Êlihê 16 kes hatin berdan 2021-06-19 21:37:59     ÊLIH - 16 kesên ku di dema daxuyaniya derbarê kuştina Denîz Poyrazê de hatin derbkirin û binçavkirin, hatin berdan.   Li Êlihê 16 kesên ku di dema daxuyaniya derbarê kuştina Denîz Poyrazê de ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin, hatin berdan.   Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Berdevka TJA'yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, Hevseroka HDP'a Bajêr Fatma Ablay, Hevserokê Hezoyê Omer Emen, rêvebirên HDP'ê yên bajêr Emîn Şahîn, Mecît Çeken, Huseyîn Akman, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Umît Akbiyik, Şakîr Can, encumenê şaredariyê Şîrîn Şen, rêvebira Hezoyê Halîde Altûboga, rêvebirên HDP'a Êlihê Mehmet Eren, Eşref Buyuktop, endama HDP'ê Halîse Kaya, Tûfan Ekîncî ku di dema mudaxileya polîsan de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.