Li Stenbolê 6 û li Enqereyê jî 4 kes hatin berdan 2021-06-19 22:54:23 STENBOL/ENQERE - Ji jinên ku piştî "Mîtînga Jinan a Mezin" hatibûn binçavkirin, 6 jê hatin berdan. Li Enqereyê jî ji 5 kesên di dema daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê de hatibûn binçavkirin, 4 jê hatin berdan. Bi bangawaziya Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), jin li Qada Çalakiyê ya Maltepeyê kom bûn û "Mîtînga Jinan a Mezin" li dar xistin. Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir û ew binçav kirin. 6 jinên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê jinên hatin berdan: "Ozge Tûran, Tûggen Gumuşay, Îlke Gursoy, Zehra Aydemîr, Ekîn Gundogan û Eren Kaya."    LI ENQEREYÊ JÎ 4 KES HATIN BERDAN   Li Enqereyê jî Hêzên Ked û Demokrasiyê xwestin li Guvenparkê ya li Kizilayê derbarê êrîşa li ser avahiya HDP'a Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyrazê de daxuyaniyekê bidin. Polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kir û di dema mudaxileyê de 5 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan.   Kesên hatin berdan ev in: "Erturk Soysal, Mûrat Can Çoban, Çetîn Karakay û Rifat Savaş."   Ozcan Denîz Ozdemîş jî bi hinceta ku lêgerîna wî heye, sewqî dozgeriyê hat kirin.