Li Efrînê di 12 rojan de 8 sivîl hatin kuştin 2021-06-19 23:20:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevna Aktivîstên Efrînê ragihandin ku di navbera 7-19'ê Hezîranê de li Efrînê 8 kes hatine kuştin.    Tevna Aktivîstên Efrînê, derbarê tahde û îşkenceya Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li Efrînê de, raporek amade kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di navbera 7-19'ê Hezîranê de 2 jê zarok, 3 jê jin 8 kes hatine kuştin. Her wiha di raporê de hatiye destnîşan kirin ku 2 jê zarok 22 kes jî hatine revandin û wan şandine girtîgehên Tirkiyeyê û ji kesên hatine revandin 4 kesên extiyar jî hatine îşkencekirin.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku hê jî demografiya Efrînê tê guherandin û li gundê Çeqela yê Şiyê 600 avahî hatine çêkirin û kesên ne ji Efrînê li vir hatine bicihkirin.   Her wiha hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li gundên Çeqla Cûmê û Axcel ên navçeya Cindirêsê jî 3 kes revandine. Li gundê Axcelê Hemdan Hisên (56), Mistefa Hemdan (30) û li gundê Çeqla Cûmê jî Sibhî Cemîl hatiye revandin.