Li Dara Hênê zilamekî dest dirêjî zarokekê kiriye 2021-06-19 23:38:21   ÇEWLIG  - Li Dara Hênê kesekî navê wî nehat hînbûn dest dirêjî zarokekê kir.    Di 14'ê Hezîranê de li Avahîyên TOKÎ'yê yên li Taxa Yenîşehîr a navçeya Dara Hênê ya Çewligê kesekî dest dirêjî zarokeke 12 salî kiriye. Şêniyê taxê Nazim Kalkan, diyar kir ku hevjîna wî di tenûra ber mala wan de dengê zarokekê bihîstiye û piştî vê ew û hevjîna xwe tev de çûne û zarokê xelas kirine, lê belê gava çûne kesê dest dirêjî zarokê kiriye ser çavê xwe girtiye û reviyaye.    Kalkan, anî ziman ku hevjîna wî şahidî kiriye û îfade daye, lê belê polîsan ji wan re gotiye ji ber ku kuçe tarî bûye kesê destdirêjî kiriye nedîtine.