Ozturk: A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Riza ye 2021-06-19 23:52:21   DERSIM  - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û heyeta DBP'ê li Mazgêrtê serdana gel kirin. Ozturk got: "A ku me li ser pêyan dihêle mîrateya Seyîd Rizayan e. Em ê heya dawiyê xwedî li vê mîrateyê derkevin."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn bayindir çûn gundê Hors, Koterîş, Sorek, Mastan û Riçik ên navçeya Mazgêrt a Dersimê serdana gel kirin. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî di nav de gelek siyasetmedar jî tevli heyetê bûn.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku dê hefteyekê li Dersimê bin û hevdîtinê bi gel re bikin. Aydenîz, bal kişand ser zext û komkujiyên vê dawiyê û got: "Li dijî vê têkoşîn divê, divê em bitêkoşin. Du roj berê li Îzmîrê komkujiyek çêbû. Ev komkujî nîşaneya hemû êrîşên li hemberî me ye. Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha li hemberî elewiyan û ciwanan komkujî pêk aniye, divê ev komkujî bên dîtin. Komara Tirkiyeyê li ser asasên tekparêziyê hatiye avakirin."    ‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ'    Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li ji bo bidawîbûna tecrîdê jî û got: "Birêz Abdullah Ocalan, modeleke demokratîk pêşkeşî cîhanê kir, bû cihê hêviyê. Lewma tecrîd tê girankirin. Asas divê em li dijî vê polîtîkaya tecrîdê bitêkoşin. Lewma divê bibin dengê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan."    ‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA SEYÎD RIZA DERKEVIN'    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anîn. Ozturk, destnîşan kir ku Seyîd Riza û hevrêyên wî li ber zilma deletê çok danenî ne û got: "6 sal in ev zilm li Kurddistanê tê kirin. Mîrateya Seyîd Riza ya çokneşikandinê ji me re ma. Ev qas girtin, tayinkirina qeyûman û sirgûn çêbûn, lê belê ya ku me li ser pêyan hişt mîrateya Seyîd Rizayan bû. Em ê heya dawiyê xwedî li vê mîrateyê derkevin. Mîrateya birûmet a di dest me de maye ev e."