ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-20 09:00:13 * Serevanên antalyayî diyar kirin ku ji ber zêdebûna mesrefan berên xwe bi fiyetekî baş nikarin bifiroşin û di nav deynan de mane. Serevanan destnîşan kir ku ketine nav lepên şîrketên xusûsî.  * Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku di Girtîgeha Îskenderûnê de ye, dê ji bo teşxîskirina nexweşîna wî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bê kirin.    * Di ser biryara fesixkirina Peymana Stenbolê re 3 meh derbas bûn. Jin, destnîşan dikin ku çi dibe bila bibe dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.   * Malbata Şenyaşar dê di roja 104'an de çalakiya nobeta "edaletê" berdewam bikin.