Dê ji bo teşxîskirina nexweşînê wî bişînin ATK'ya Stenbolê 2021-06-20 09:02:28   HATAY - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku di Girtîgeha Îskenderûnê de ye, dê ji bo teşxîskirina nexweşîna wî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bê kirin.    Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê 22 salî ku di Girtîgeha Îskenderûn a Hatay a Tîpa T'yê de ye, piştî hewldanên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê dê ji bo teşxîskirina nexweşîna wî sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bê kirin.    Rayedarên ÎHD'ê ji bo tedawiya Tamboga, di Sibata 2021'ê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dan. Piştî vê bi talîmata serdozgeriyê Tamboga di Gulana 2021'ê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û li vir teşxîsa ulserê hat danîn.    Di 6'ê Hezîrana 2021'ê de jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dan wî. Lê belê ji bo nexweşîna wî baş bê teşxîskirin hat pêşniyar kirin ku sewqî ATK'ya Stenbolê bê kirin.    Serdozgeriyê jî vê daxwaza rayedarên ÎHD'ê qebûl kir. Tê payîn dê van rojan Tamboga sewqî ATK'ya Stenbolê bê kirin.    Tamboga, di 16 saliya xwe de di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de hatibû girtin. Dadgehê bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "kuştina bi qesdî" 4 caran cezayê muebeda giran lê birîbû.    Enfeksiyona dev, êşa qirikê û piştî, êşa gurcikê jî di nav de gelek nexweşîn li Tamboga peyda bûne û niha şik û guman ew e ku pençeşêra madeyê lê pey bûye. Tê gotin Tamboga zihîf bûye, bûye 35 kîlo, û çi dixwe û vedixwe vedirişe. Niha bi mamayê tê xwedîkirin.    MA / Hamdûllah Kesen