Dayikên Aştiyê: 40 sal in em li ber xwe didin 2021-06-20 09:46:28   ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê, êrîşa kujer Onur Gençer a li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmirê û kuştina Denîz Boyraz şermezar kirin û gotin: "Jinên Kurd ji ber têdikoşin dibin armanc. Em ê li dijî van êrîşan her roj biçin avahiya HDP'ê û nobetê bigirin. Em 40 sal in têdikoşin û em ê têbikoşin."    Kujer Onur Gencer, di 17'ê Hezîranê de êrîşî avahiya HDP'ê ya Îzmirê kir. Kujer Gencer ku armanc dikir gelek kesan qetil bike, xebatkara HDP'ê Deniz Poyraz (38) qetil kir. Kujer Gencer piştî bûyerê hat binçavkirin û rojek şûnde ew girtin û şandin girtîgehê. Piştî bûyerê bi hezaran kesan cenazeyê Poyraz dan ser milê xwe û li goristanê defin kirin. Dayika Denîz Fehime Poyraz got: “Denîzek çû dê hezar Denîz werin. Em têk naçin û em li ser piyan in." Piştî merasima cenaze ji bo Poyraz Rêxistina HDP'ê li Taxa Doga ya Çîmentepe şîn danîn. Bi hezaran kesan mala şînê ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwestin. Dayikên Aştiyê jî mala şînê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.    40 SAL IN EM TÊDIKOŞIN   Dayika Aştiyê Hediye Korkut, anî ziman ku ji ber sekna Fehime Poyraz serbilind in û wiha got: "Dayikên Kurdan her roj zarokên wan tên girtin û kuştin. Em dixwazin êdî zarokên dayikan neyên girtin û neyên kuştin. Em dibêjin êdî bes e. Ma ev zilm dê heta kengî bidome. 40 sal in em li ser piyan in û em têdikoşin. Em ê li ber xwe bidin. Em aştiyê dixwazin. Em gavan paşve navêjin. "    'EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'    Korkut, anî ziman ku êrîşa li dijî HDP'ê û Poyraz, êrîşa li dijî hemû Kurdan e û wiha axivî: "Em tu carî serî natewînin. Em bi partiya xwe serbilind in. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em bi van êrîşan natirsin. Em ê her roj biçin HDP'ê. Denîz saet di 10.'an de diçû HDP'ê. Em ê saet di 9'an de biçin. Em ê li avahiya HDP'ê nobetê bigirin. Em ê bi şev û roj li partiya xwe xwedî derkevin."    Korkut, xwest ev êrîş û kuştin bi dawî bibe û wiha lê zêde kir: "Dayik ji bo neyên kuştin zarokên xwe mezin dikin. Em daxwazin dayik bigirîn. Divê hemû gelê Kurd li dijî van êrîşan bibin yek. Divê em hemû bibin yek. Êdî bes e."    ÊDÎ BES E    Dayika Aştiyê Şukriye Akburak jî xwest kuştin bi dawî bibe û wiha got: “Sakine Cansiz jî û Leyla jî û Denîz jî keçên me ne. Em dibêjin Êdî Bes e. Divê dewlet destê xwe ji xwîna Kurdan bikişîne. Bila dil û kezeba dayikan neşewite. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî lîstikên qirêj ên li ser gelê Kurd bi dawî bikin."    Dayika Aştiyê Hanife Gumuş jî anî ziman ku Denîz erka xwe serkeftî pêk dianî. Jinên Kurd ji ber têkoşîna xwe dibin armanc. Jinên Kurd êdî zane ne û xwe bi rêxistin kirine. Ji ber vê yekê jinên Kurd dikin hedef. Bila tu mirov neyê kuştin. Bila Deniz bibe Şehîda dawî. Bila êdî kes neyên kuştin."