Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz li Avûstûryayê hat binçavkirin 2021-06-20 09:46:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Karsaz Sezgîn Baran Korkmaz bi “fihilkirina pere” tê sûcdarkirin, li ser daxwaza Amerîkayê li Avûstûryayê hat binçavkirin.    Serokê Lijneya Rêveberiya Holdînga SBK’ê Sezgîn Baran Korkmaz ku ji aliyê Amerîkayê ve bi “fihilkirina pere” tê sûcdarkirin li ser daxwaza Amerîkayê li Avûstûryayê hat binçavkirin. Beriya niha ji ber “fihilkirina pere” derbarê Korkmaz de li Amerîkayê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hat hînbûn ku Korkmaz di çarçoveya vê lêpirsînê de li Avûstûryayê hatiye binçavkirin.    Berî ku derkeve derveyî welat li Tirkiyeyê jî bi sûcdariya “fihilkirina nirxên mal û milkê xwe”  derbarê Korkmaz de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Rêveberê rêxistina çete ya girêdayî dewletê Sedat Peker, gotibû ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbarê vê lêpirsînê de bi Korkmaz re hevdîtin kiriye û rojek piştî vê hevdîtinê Korkmaz derketiye derveyî welat.    Beriya niha jî hatibû angaştkirin ku bi navbeynkariya rojnameger Veyîs Ateş ji bo vegera Korkmaz a welat 10 milyon dolar Euro jê hatiye xwestin. Ji ber vê navbeynkariyê Veyîs Ateş ji televizyona dixebitî îstifa kir.