Kujer Gencer li xwe mikur hat ku li Minbicê perwerde dîtiye 2021-06-20 10:43:27   ÎZMÎR – Kujer Onûr Gencer ku êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kiribû û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû, di îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan de li xwe mikûr hatiye ku li Minbicê hatiye perwerdekirin.    Di îfadeyên kujer Onûr Gencer ku êrişî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kiribû û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû de agahiyên hatin bidestxistin. Di girteke îfadeyê ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihandê de di hedefa kujer Gencer de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay û Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Zana hene.   JI KESÊN LI BER AVAHIYA HDP’Ê BIBANDOR BÛYE   Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku konên ku li pêşiya avahiya wan hatiye avakirin ji êrişan re bingeh ava dike û gotibû ku vê rewşê bi Watîtî û Miduriyeta Polisan a Bajar re parve kiriye. Kujer Gencer jî di îfadeyên xwe de gotiye ku kesên li ber avahiya HDP’ê bandor lê kirine û ev parastin kiriye: “…Her wiha dema ku di wê dîrokê de min li ser Googleyê lêkolîn dikir, dîmenên malbatên ku HDP’ê di revandina zarokên wan de navbeynkariyê kiriye bandor li min kir. Di biryara ku min da de fikirîm ku çiqas mafdar im.”   PARVEKIRINA WÊNE   Kujer Gencer parvekirina cenazeyê Denîz Poyraz a li ser medya sanal jî wiha aşkera kir: “Min bi parvekirina wêne armanca kir ku PKK’iyên wêne bibînin û bên avahiyê da ku wan jî bikujim.”   LI POLÎGANAN PERWERDEYA ÇEKÊ DÎTIYE   Gencer, di îfadeyên xwe de diyar kiriye ku li 3 polîganan perwerdeya çekê dîtiye û ev tişt gotiye: “Hobiya min a berdana bi demançeyê hebû û di sala 2016’an ve hema ku derfeta min çêbibe diçim berdanê. Li navçeyên Çîgîlî û Kemalpaşayê 20-30 car belim zêdetir diçûm polîganên ku ewlekar lê dihatin perwerdekirin (Çîgîlî - Ewlehiya Taybet a Egeyê û Kemalpaşa – Îzmîr Polîgon). Di van çûnin xwe de di ser bedêla fîşekan de 10-15 fîşek ber dida, lê carekê min 100 fîlekan bi 400 TL’yî berda. Ev di sala 2017’an de li polîgana Çîgîliyê bû. Cara yekemîn min polîgonê li vir nas kir. Di meha sibatê ya sala 2021’an de jî 2 rojan bi 2 hezar û 500 TL’yî Perwerdeya Leşkerî ya Çekê girt. Kesê bi navê Alîcan min perwerde kir. Nireya wî di telefona min de weke bi navê Alîcan qeyd kiriye. Min vê perwerdeyê jî li polîgana Kemalpaşayê girt.    LI MINBICÊ HÎN KIR   Di lêpirsîna xwe de Gencer, daye zanîn ku gotinên “keşfa hundir” û “keşfa derve” jî dema ku li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitiye ji kesên leşker hîn kiriye û ev agahî dane: “Rast e min van gotinan dema ku li Minbicê bûm ji personelên leşkerî ku bi wan re dixebitîm bihîst. Dema ku di nav xwe de xeber didan û qala operasyonan dikirin van gotinan digotin û xweşa min jî çibû. Min wateya van gotinan ji vegotinên wan hîn kir. Min jî van gotinan di îfadeyên xwe de bi kar anîn. Heta ji ber ku ji gotina ‘serwext dikim’ pir hez dikim hin caran di jiyana xwe ya asayî de jî bi kar tînim.”